
Parlamenterê Iraqê Heyder Selamî ragihand ku Hewlêr û Bexda li ser êrişên Tirkiye û Îranê komîsyonek hevbeş avakirin.
Parlamenterê Iraqê Heyder Selamî ji medyaya Iraqê re axivî û ragihand ku Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê komîsyonek hevbeş ji bo şopandina dosyeya destdirêjiya ji derve ya li ser xaka Iraqê avakirine.
Heyder Selamî got: “Karê vê komîsyona hevbeş ew e ku raporekê li ser êrişên dewleta Tirkiye û Îranê yên li ser xaka Iraqê amade bike.”
Hêjayî gotinê ye ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û dewleta Îranê hete niha gelek kes şehîd û birîndar bûne.