Helwestên li hember êrişên dewleta Tirk li ser Rojava zêde dibin

Li paytextên herêmê û rojavayî bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên wê yên ku êrişeke bejahî bike, zêde dibin.

Helwestên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser asta cîhanê jî derdikevin.

Îranê hişyarî da ku dê encamên êrişên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê ne baş bin. Hikumeta Şamê jî bang li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê kir ku rejîma Tirk neçar bike hebûna xwe ya leşkerî ya ne-rewa li Sûriyê bi dawî bike.

Her wiha Çînê jî metirsiya xwe li hember kiryarên dijminane yên dewleta Tirk û Îsraîl ku li Sûriyê dikin, anî ziman. Geir Pedersen jî got komên terorîst dê sûdê ji bê-îstiqrariya li herêmê wergirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Ebdullhiyan: Êriş pirsgirêkan çareser nakin

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlyt Çavuşoglu re got:

Pêkanîna operasyonên leşkerî yên bejahî, pirsgirêkan çareser nake. Lê belê zirarê dide û rewşê aloztir dike.

Hikumeta Şamê: Rejîma Erdogan li hincetan digere da êriş bike

Cîgirê nûnerê hikumeta Şamê yê NY’ê El-Hekem Dendî jî êriş şermezar kirin û weha got: “Leşkerên rejîma Tirk û çeteyên wê beriya hefteyekê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir.

Dewleta Tirk li hincetan digere da ku êrişên xwe rewa bike.

Lê ev hincet êdî eşkere bûne û êdî kes pê nayê xapandin, nexasim ku heta niha desteka rêxistinên terorîst DAIŞ û Cebhet El Nusra dike.”

Çîn: Divê demildest êrişên Tirkiyê û Îsraîlê li Sûriyê rawestin

Çînê jî metirsiyên xwe ji kiryarên dijminane yên Tirkiyê û Îsraîlê anî ziman û bang kir ku demlidest êriş rawestin.

Geir Pederson: Tundiya li Sûriyê îstîqrara herêmê dixe xeteriyê

Şandeyê taybet ên NY’ê bo Sûriyê Geir Pederson jî got: Geşedanên ku dihêlin tundî li Sûriyê gûrtir bibe, hîn dewam in û ev jî mijareke xeternak û metirsîdar e.
Ev gûrkirin dê zirarên mezin bi xwe re bîne û ne tenê bandorê li sûriyan bike, lê belê dê îstiqrara herêmê bixe xetereyê.

Back to top button