Li gelek deverên herêmê li dijî êrişên çalakî dewam bûn

Bertekên li dijî êrişên li ser herêmê roj bi roj zêdetir dibin.Îro jî gelê herêmê daketin qadan û êrişên li ser herêmê bi çalakiyên cuda şermezar kirin. Di çalakiyan de hate gotin: ‘Çi dibe bila bibe, li cihê ku xwîna zarokên me rijya em ê biparêzin û dest jê bernadin.’

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker di nava çalakiyan de ye.

Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê li navçeya Til Temirê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Partiyê bêdengiya navneteweyî rexne kir û xwest ku helwestek zelal were nîşandan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Temir jî daxuyaniyek da.

Ciwanan diyar kirin ku ew ê li hemberî êrişan di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de têkoşîna xwe bilind bikin û bersiva êrişan bidin.

Li bajarê Reqayê li dijî êrişan li çerxereya El Neîm gel li dijî êrişan kom bû..

Şêniyan li dijî êrişan piştgirya xwe bi hêzên QSD’ê re nîşan dan…

Bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dewam dikin

Her wiha Meclisa Dêrikê jî li ser gurbûna êrişên dewleta Tirk civînek ji gel re li dar xist..

Endamê Meclisa navçeyê Mihemed Elî di civîn de axivî û got:: “Serkeftina me li dijî êrişan di hevgirtina me de ye û em ê ji bo pêkanîna azadiyê şer bikin.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re ragihandin.

Ciwanan diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmê dixwaze ola çeteyên DAIŞ’ê hilîne û bang li hemû azadîxwazin kirin ku ji bo parastina xaka xwe bikevin nava tevgerê.

Back to top button