QSD’ê bîlançoya roja 9’an a êrîşên dagirkeriyê eşker kir

QSD’ê bîlançoya roja 9’an a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker a 29`ê Mijdarê, daxuyaniyekê nivîskî da..

Di daxuyaniyê de bal hat kişand ser dewama êrîşên dagirkeriyê û wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên honave li dijî herêmê didomîne.

Jiyana zêdetirî 5 milyon sivîl û bi sed hezaran koçberên herêmên din ên Sûriyê dixe xetereyê.

Ev 10 roj e dewleta Tirk êriş herêmê dike û zirarên mezin gihand mal û milkên şêniyan û binesaziya herêmê.”

Derbarê bîlançoya 29’ê Mijdarê ev agahî hatin parvekirin:

  • Herêma Efrîn û Şehbayê:

Dewleta Tirk a dagirker gundên Meyase, Bênê, Soxanekê, Şewarxe, Tinib, Tatmeraş, Merenaz, Elqemiyê, Îrşadiyê, Zîwan, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Keştar, Bendava Şehbayê, bajarok Til Rifet 63 caran bi çekên giran, 11 caran bi hawan, 2 caran bi tankan, topbaran kirin.

Di encama topbarana li ser gundê Soxanekê de 2 welatî birîndar bûn.

  • Herêma Cizîrê:

Dewleta Tirk a dagirker gundên Guzeliyê, Um El Kêf, Tawîle, Til El Leben bi çekên giran û hewanan topbaran kirin.

Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk li gundê Dibs kom bûn û hewl dan ji wir êrişî herêmê bikin, lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ew hewldan têk bir û 2 çete birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker gundên mala Bobê, Esediyê û Mihermel yên Zirganê 60 caran bi hewan û doçkayan kir hedef..

Hêzên QSD’ê bersiva jêderên êrişan da..

  • Herêma Firatê:

Dewleta Tirk a dagirker gundên Çariqlê, Zormixar, Xirab Eto, Xirabîsan, Koran û bajarokê Şiyûx ên Kobanê 5 caran bi hewan, 12 caran bi çekên giran û carekê bi tankan û doçkayê kir hedef..

Her wiha gundên Cidêde, Erîda, Qezelî, Xirbet Nayif, Ebû Sira, Îbrahîm Kurdo, Dibis û Zenûbiya yên Girê Spî bi hewan û çekên giran hatin topbarankirin..

Dewleta Tirk a dagirker gundên Hoşeriyê, Ewn Dadat û Mehsenlî yên Minbicê du caran bi hewan û carekê bi çekên giran topbaran kirin.

Dîsa bajarokê Oymer ê Tirwaziyê jî, 2 caran bi çekên giran hat hedefgirtin..

Back to top button