Li Başûrê Kurdistanê zêdebûna tundiyê

Li Başûrê kurdistanê tundiya li ser jinê her ku diçe zêdetir dibe,Berpirsa Stargeha Jinan a Germiyan Şehla Omer derbarê jinên gef li wan tê xwarin axivî û got: Ji destpêka salê û heta niha 44 dosyayên jin û zarokan hatine ev tê wateya ku tundiya li ser jinê zêde bûye.

Li Başûrê Kurdistanê kuştin û tundiya dijî jinê bûye diyardeyek rojane.

Berpirsa Stargeha Jinan a Germiyan Şehla Omer têkildarî zêdebûna tundî, kuştin û xwekuştina jinan nirxandin kir.

Şehla destnîşan kir ku ji destpêka salê û heta niha 44 dosyayên jin û zarokan hatine ber destê wan ji wan
12 dosya hatine çareserkirin û ji bo stargehên timî yên li Silêmaniyê hatine şandin û got:

Li gorî salên borî, bûyer zêde bûne.

Sala borî 43 dosya hebûn lê îsal di nava 11 mehan de 44 dosya hatine li ber destê me.

Hinek tên li gel me gelek şîdeta fizîkî li hemberî wan hatiye kirin.

Sedema şîdetê bikaranîna torên civakî û peywendiyane.

Beşê yasayî jî heye ku jêre pirsgirêkên yasayî çareser dike.

Şehla Omer diyar kir ku jinên ku xwe li stargehan digrin rastî gelek tundiyên giran hatine û wiha bi dawî kir:

” Pirsgirêka sereke ew e ku stargehên me ne bûne cihên daîmî yên lê mayînê.

Stargeh ji bo wan jinên ku sûc li hemberî wan têkirin û qurbaniyên tundiyê ne stargeheke.

Divê xebatkar û avahiyek guncav û baştir ji bo me were dayîn.

Back to top button