Dewleta Tirk gundewarê Şêrawa û Şehba topbaran kir

Dewleta Tirk careke din êrişî herêmê kir. Vê carê gundewarê Şêrawayê topbaran kir.
Her wiha gundê Medûniyê yê Şehbayê jî hat topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kirin.

Her wiha dan zanîn ku zirar gihiştiye mal û milkên şêniyan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Medûniyê yê Şehbayê jî topbaran kir.

Artêşa dagirker ji baregehên xwe yên li kantona Efrîna dagirkerî gundê navborî topbaran kir.

Back to top button