Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ku şehîd buye, eşkere kir.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariyê de wiha hate gotin:
“Yek ji endamên hêzên me li herêma Firatê di 8’ê Hezîranê de dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, şehîd bû.”
Navendê sersaxî ji malbatê şehîd re xwest û soza da ku ew ê heta pêkanîna armancên wan li ser rêka şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
- Navê şehîd: Mihemed Derwîş
- Navê bav: Fayiz
- Navê dayikê: Cemîle
- Cih û dîroka tevlêbûnê: Hîşe, 30.10.2018
- Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 08.06.2022