HPG: Hevrêyên me Berçem, Jiyan, Rustem, Şahîn û Ciwan şehîd bûn

HPG nasnameya 5 gerîlayan ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer de şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê anî ziman ji ber ku artêşa dagirker li hemberî cesareta gerîlayan xitimî ye, çekên kîmyewî bikartîne û got:
“Ev yek jî bûye îspata herî mezin a bêçaretiya artêşa dagirker.”
Di serî de malbatên gerîlayên şehîd, HPG’ê sersaxiyê ji hemû gelên welatperêz re xwest.

Di encama êrişên dewleta Tirkiyê ên bi çekên kîmyewî de li Metînayê gerîlayên bi nasnav Berçem, Rustem, Şahîn û Ciwan şehîd bûn.

Gerîlaya bi nasnav jiyan jî di şerê li dijî dijmin qewimî de bi cesareteke mezin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta hevreyên xwe ragihand.

HPG’ê diyar kir dewleta Tirkiyê a qirker ku ji bo têkçûna xwe veşêre her cure rêbazê bi kar tîne û got:

“Ji ber ku artêşa dagirker li hemberî performansa bilind û cesareta gerîlayan xitimî ye, bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer êriş dike. Ev yek jî bûye îspata herî mezin a bêçaretiya artêşa dagirker.”

“Hevrêyên me di tunelên şer ên li Metînayê de car din dîrok nivîsandin”

Di dewamê de HPG’ê qala kesayet û fedakariyên her 5 gerîlayên şehîd bûne kir û ev tişt anî ziman:

“Hevrêyên me Berçem, Rustem, Şahîn, Jiyan û Ciwan di tunelên şer ên li Girê Ortê yê herêma Metînayê de car din dîrok nivîsandin.

Hevrêya me Berçem mîrateya berxwedanê ya tunelên şer ên ku ji aliyê gelek hevrêyên me yên fedayî ve bi ked û berdêlan hate afirandin, dewr girt.

Hem weke pêdiviya dilsoziya bi bîranîna hevrêyên me hem jî bi baweriya xwe ya ‘tunelên şer kilîda serketinê ne’, di berxwedana dîrokî de cih girt.

Hevrêya me Jiyan jî bi tevlîbûna xwe ya aktîf a di çalakiyan de û bi helwesta xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re û tim xwe weke gerîlayeke YJA Starê bi pêş ve bir.

Bi tecrûbeyên şêwaza taktîkên gerîlatiya nû xwe di têkoşînê de kûrtir kir û di pêkanîna wan taktîkan de bû xwedî roleke mezin.

Di serî de malbatên gerîlayên şehîd, HPG’ê ji gelên Kurd û Ereb ên welatparêz re sersaxiyê xwest.

Agahiyên derbarê nasnameyên gerîlayên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Berçem Ûmût
Nav û Paşnav: Sûzan Dûman
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik : Perîşan
Navê Bav: Mehmet Tahir
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Mijdara 2023’yan / Metîna

Nasnav: Rustem Arpêt
Nav û Paşnav: Orhan Yakût
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik : Fadîle
Navê Bav: Vahdullah
Cih û dîroka şehadetê: 18’ê Kanûna 2023’yan / Metîna

Nasnav: Şahîn Nûda
Nav û Paşnav: Bedran Gokdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik : Selîme
Navê Bav: Îlhamî
Cih û dîroka şehadetê: 18’ê Kanûna 2023’yan / Metîna

Nasnav: Ciwan Minbic
Nav û Paşnav: Salih Tewfîq
Cihê Jidayikbûnê: Minbic
Navê Dayik : Xalsa
Navê Bav: Tewfîq
Cih û dîroka şehadetê: 18’ê Kanûna 2023’yan / Metîna

Nasnav: Jiyan Timoqî
Nav û Paşnav: Dîlan Tûnç
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik : Turkiya
Navê Bav: Şemsettîn
Cih û dîroka şehadetê: 26’ê Kanûna 2023’yan / Metîna

Back to top button