Koreya Başûr: Koreya Bakur li Deryaya Zer moşekan avêtine

Serfermandariya Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur mûşekên Kruzê ber bi Deryaya Zer ve avêtine.

Di daxuyaniya Sererkaniyê ya Koreya Başûr de hat ragihandin ku Koreya Bakur li gor saeta herêmî saet 07:00’an da ber bi Behra Zer va moşekên krûzê avêtine.

Di daxuyaniyê de derbarê hejmara mûşekên krûzê, menzîla wan, rêgeha wan û bilindahiya ku gihîştine de agahiyên berfireh nehatine parvekirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin hêza nobedê ya Koreya Başûr hat zêdekirin û wiha hat gotin:

“Artêşa me ji bo şopandina provokasyonên Koreya Bakur bi Amerîkayê re di nava hevkariyeke nêz de ye.”

Ajansa nûçeyan ya Yonhap ku navenda wê li Seulê ye, ragihand ku di hefteya dawî de ev sêyem ceribandina mûşekên Kruzê yên Koreya Bakur bû.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Koreya Bakur (KCNA) di 19’ê Çile de, Koreya Bakur sîstema çeka nukleerî ya binavî ya “Haeil-5-23” ya ku di bin avê de ye, di meha Çile de ceriband.

Back to top button