Îstixbarata Îngîlîzan: Rûsya li Ukraynayê 70 hezar windahî daye

Li gorî îstîxbarata Îngilîzan windahiyên Rûsyayê yên li Ûkraynayê 70 hezar e
Di raporên Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) de tê gotin dibe ku hejmara miriyan ya li Rûsyayê zêdetir be.
Li gorî daneyên dawî yên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî:
Di 24’ê Îlona 2023’yan de li Ûkraynayê 9 hezar û 701 sivîl mirin û 17 hezar û 748 sivîl jî birîndar bûn.

Îstîxbarata leşkerî ya Îngilistanê ragihand ku Rûsya ji 24’ê Sibata 2022’yan dema şerê Ukraynayê heta niha gelek windahî daye.

Li gorî çavkaniyên Îngilîzan, tevahiya ziyanên Rûsyayê li Ûkraynayê gihîştiye nêzîkî 70 hezar kuştî û di navbera 220-280 hezar birîndaran.

Hat diyarkirin ku Rûsya 50 hezar leşkerên wê hatine kuştin û di navbera 240 hezar û 180 hezar birîndar bûne.

Her wiha koma paramîlîter Wagner jî 20 hezar kuştî û nêzî 40 hezar jî birîndar bûne.

Îngilîzan destnîşan kir ku ji ber “çanda dezenformasyonê” ya di artêşa Rûsyayê de zehmet e ku mirov bi awayekî rast tevahî hejmara kuştiyan eşkere bike.

Di raporên Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) de tê gotin ku dibe ku hejmara miriyan ya li Rûsyayê zêdetir be.

Neteweyên Yekbûyî: Li Ukraynayê 9 hezar û 701 sivîl mirin

Li gorî rojnameya New York Times ya meha Tebaxê, rayedarên Amerîkî ev hejmar wek 120 hezar mirî û di navbera 170-180 hezar birîndar destnîşan kiribû.

Heman çavkanî diyar dikin ku li aliyê Ûkraynayê 70 hezar kuştî û 100 hezar û 120 hezar birîndar hene.

Tê tekezkirin ku her çend leşkerên Ûkraynayê ji Rûsyayê kêmtir in jî berdêlên giran sivîl dane.

Li gorî daneyên dawî yên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di 24’ê Îlona 2023’yan de li Ûkraynayê 9 hezar û 701 sivîl mirin û 17 hezar û 748 sivîl jî birîndar bûn.

Back to top button