Li Kubayê teqîn, herî kêm 18 kes mirin ,74 kes birîndar bûn

Li otelek a paytexta Kuba Havanayê teqînek e bi hêz pêk hat. Di encama teqînê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 74 kes jî birîndar bûn.

Teqîn li otêla Saratoga ku 96 ode, 2 xwaringeh û hewzeke li ser banê wê heye ku wek otêla pênc stêrk tê binavkirin, pêk hat.

Rûyê pêşî yê otelê zirareke mezin dît.

Li gorî delîlên destpêkê tê gotin ku teqîn ji ber gazê çêbûye.

Ji ber bandora teqînê gelek wesayitên li derdorê xiste rewşekê ku nayên bikaranîn.

Di daxuyaniya Serokomartiyê ya li ser Twitterê hat dayîn de hate gotin:

“Heta niha 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, derdora 74 kes jî rakirine nexweşxaneyê.”

Back to top button