Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê miniotobusek ku xwendekarên zanîngeh û peymangehê têde bûn qulupî. Di encamê de 16 kes birîndar bûn.
Qeza Li ser rêya di navbera Siktan û Koyeyê de li nêzî gundê Girdgoran çêbû.
Li gorî agahiyên Karmendê Trafîka Koyeyê dane di qezayê de 16 kes birîndar bûn.
Rewşa 5 kesan giran e.
Hat raghandin ji ber ku rewşa 5 kesan giran bûn rakirin nexweşxaneyên Hewlêrê kirin.
Di qezayê de 14 xwendekar, şofêrê miniotobusê û şofêrê pîkabet din birîndar bûn.