Dewleta Tirk bi piştgiriya Qeter û Kuwêtê, yekîniyên niştecihî ji Filistîniyan re li Efrînê ava dike

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya komeleyên Qeterî û Kuwêtî ji Filistîniyan re li gund û navçeyên Efrîna dagirkirî yekîniyan niştecihî ava dike, her wiha di vê dawiyê de li gundê Şadêrê yê êzidî yê navçeya Şêrawayê yekîniyeke niştecihî bi navê “Besma” ava kir, ew jî ji Filistîniyên bi navê (Ereb 48) tên nasîn re hat avakirin.

Dewletên Qeter û Kuwêtê, li rex dewleta Tirk a dagirker hîn jî piştgiirya komên çete yên li Sûriyê dikin.

Armanc jê jî demografiya Efrînê were guhartin.

Bi wê re li Efrînê bi dehan yekîneyên niştecihî ji bo cihkirina malbatên çeteyan û malbatên Filistînê yên ku dewleta Tirk ji kampên li bejahiyên Şam, Deraa û Humisê anîne, hatin avakirin.

Di çarçoveya siyaseta guhartina demografî, tirkkirin û erebkirina gundên Êzidiyan ên Efrîna dagirkirî de, artêşa Tirk a dagirker bi navê”Gundê Besme” yê filistîniyên 1948`an koçber bûn, li gundê Şadêrê yê êzidiyên navçeya Şêrewayê yekîneyên niştecihî ava dike.

Artêşa Tirk piştgiriya xwe  ji komeleyên bi navê”Komeleya destên spî, komelya bi rûmet bijî ” ên girêdayî Qeter û Kuwêtê werdigire.

Li  gorî çavkaniyên ji hundir, yekineyên niştecihî ji 8 blokên niştecihî pêk tê, tê de 96 mal hene û rûbera her yekê 45 metreçargoşe ye, li gel wê jî rê, mizgeft, navendên ezberkirina quranê û navendên tenduristiyê hene.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê li ser malpera xwe belav kir ku artêşa Tirk zêdetirî 750 malbatên filistînî ji herêmên Sûriyê derbasî kantona Efrînê ya dagirkirî kirin.

Li gorî rêxistinê ji komelyên xelîcî yên ku bi dewletên Tirk re dixebitin ku kampan li Efrînê ava bikin”Komelya Şêx Ebdullah El-Nûrî El-Xeyriyê ya Kuwêtî, Wezareta Ewqafan û Kar û Barên dewleta Kuwêt, Desteya Xêrxwaz a Îslamî ya Cîhanê, Ruhemaa El-Qeterê, Mala Zekatê ya Kuwêtê, Panela Cîhanê ya Ciwanên Îslamî, Komeleya Çaksaz û Komîteya Karên Xêrxwaz a Behreynê û Komeleya Rizgariyê ya Xêrwaziya Kuwêtê.”

Artêşa Tirk a dagirker hîn jî bi dehan kampan li navçeyên Cindirês, Şêrewa, Şiyê, Raco, Bilbilê, navenda bajarê Efrînê, Şêra û Mabeta ava dike.

Back to top button