Ji şaneyên mirov robotên biçûk yê zindî hat pêşxistin

Di aliyê teknolojiyê de bi taybet çêkirina robotan de zanyaran dixebitin.
Herî dawî li Amerîkayê komeke zanyar a girêdayî Enstituya Wyss’ê robotên biçûk ê zindî ku şaneyên mirovan çêdibe, pêş xistin.
Zanyar îdda dikin ku ev robotên zindî ji bo başkirina tenduristiya mirovan wê alîkar bibe.

Robotên biçûk yê zindî ku şaneyên mirov hatine çêkirin zanyaran matmayî dihêle.

Li gorî zanyaran ev robotan ji bo birîn û nexweşiyên mirovan dikare bibe alîkar.

Robotên zindî, li Amerîkayê li Zanîngeha Tufts û Harvardê yê girêdayî Enstituya Wyss’ê ji aliyê komekê ve hat pêşxistin.

Zanyaran robota zindî ku pêşxistin e navê “anthrobot” lê kirin.

Salên borî zanyaran li ser şaneyên çermê beqan robotên biçûk ê zindî ku xwe dikare baş û xurt bike çêkiribûn.

Zanyaran navê van zîndeweran danî Xenobot ji ber ku ev nav ji cureyê beqê Xenopus laevis ku şaneyên wê girêdayî ne tê.

Profesorê biyolojiyê Michael Levin, yek ji nivîskarên akademîk ên lêkolînê ye wiha got:

“Hinek fikirîn ku taybetmendiyên xenobotan bi embrîyonî û amfîbiybûna wan ve girêdayî ye.”

Levîn diyar kir ku ew tevlî vê fikrê nabe û got:

“Ez bawer nakim ku ev yek bi embrîyobûnê ve girêdayî ye. Ti eleqeya wê bi beqbûnê re nîne.

Ez difikirim ku ev taybetmendiyek gelemperî ya zindiyan e.

Em ji hemî kapasîteyên ku hucreyên laşê me bi xwe hene nizanin.”

Ew robotan dikarin heya 60 rojan bijîn

Levin balê dikişîne ku her çend antropobot sax bin jî, ji ber her alî ve ne xwedî jiyaneke temam in û wiha dibêje:

“Ew du kategoriyên ku li ser dixebîtin tîne bîra me;

Ma ev robot e, gelo ev heywan e, ma ev makîneyek e? Ew cûre tiştan pir baş ji me re xizmet nakin. Pêdivî ye ku em ji wêdetir biçin.”

Li aliyek din, antrobotên ku hatiye pêşxistin ne wekî hev in.

Digel ku hin gewr in, yên din bêtir dişibin topê futbolê û dikarin heya 60 rojan li hawîrdorek laboratîfê bijîn.

Back to top button