Cotkarên herêma Cizîrê: Em ê zeviyên xwe biparêzin

Cotkarên herêma Cizîrê ji bo parastina berhemên çinînê ji şewatê, amadekarî û tedbîrên xwe digirin û dibêjin ew ê zeviyên xwe biparêzin. 

Ji bo mûsimê îsal weke sala par neyê şewitandin, cotkar bi gelek rêbazan berhemên xwe diparêzin.

Cotkarên herêmê diyar kir ku, ji bo parastina zeviyên xwe ew ê 24 saetan nobedariyê bikin.

Her wiha cotkaran hişyarî li şêniyan kir ku quncikên cigareyan navêjin û nêzî zeviyan agir vênexin.

Cotkaran her wiha daxwaza zêdebûna erebeyên agirkujê û sehrîcnên avê kirin.

Back to top button