Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, droneke Tirkî ku hewl dida deverên yekîneyên leşkerî yên li Misratayê armanc bike, anî xwarê.
Odeya Ragihandina Şer a Artêşê ragihand ku “parastina wan a asmanî, droneke Tirkî ku dixwest deverên yekîneyên wan li herêma el-Siwêrif li rojavayê Bû Qerîn bike, anî xwarê”.
Îro vê sibê jî, li gel hewldana çeteyan ku dixwestin ber bi derdora balafirgeha Terablusê ve biçin, li eniya el-Remla şer rû da.
Li gorî hat ragihandin, ev êrîş hat têkbirin û kuştî û birîndar di refên çeteyan de çêbûn.
Navenda Ragihandinê ya Odeya Operasyonên Keramayê jî diyar kir ku aniha çete xwe ji armanckirina baregeha el-Wetiya ya li bajarê Zawiyê re amade dikin.
Pêncşema borî, Artêşa Niştimanî operasyona bi navê “Tiyûr el-Ebabîl” a asmanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ragihandibû û di çarçoveya wê de, heya niha, kamyoneke çekên Tirkî li Misratayê hatiye wêrankirin û fakulteya leşkerî ku navenda çeteyên Sûrî ye, hatiye armanckirin.