Çeteyên Tirkiyê li Efrîna dagirkîrî welatiyê 70 salî revand

Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan, birîna daran û talankirina wan dewam dike.
Efrîn News ragihand ku çeteyên dewleta tirkiyê welatiyê bi nav Fexrî Bayram yê 70 salî revandin
Hate gotin, çeteyan li hember berdana Bayram 3 hezar dolar fidye ji malbata wî xwestine.
Hiqûqnas û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo got:
Binpêkirinên li Efrînê tê kirin îsal ji her salê zêdetire.

Efrin News 24 ragihand ku li Efrîna dagirkirî çeteyên bi navê polîsên sivîl welatiyek revand.

Hate diyarkirin welatiyên hatiye revandin Fexrî Bayram yê 70 salî ye û ji gundê Heyat ê navçeya Mabata yê Efrînê ye.

Efrîn News destnîşan kir ku dema Fexrî vedigere mala xwe yê li gund yekser ji aliyê çeteyan tê revandin.

Hate gotin, çeteyan li hember berdana Bayram 3 hezar dolar fidye ji malbata wî xwestine.

Li Efrînê beriya çinîna zeytûnan, dizî û talana xwezayê zêde bûye

Têkildarî sûc û binpêkirinên li Efrîna dagirkirî tên kirin Hiqûqnas û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo, axivî.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ji destpêka 15’ê Cotmehê û şûnde li Efrînê şênî dest bi çinîna zeytûnan dikin û got:

Lê ji destpêka meha Îlonê ve çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê dest bi dizîna zeytûnan kirin e.

Ji gundê Baflonê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, agahî bi dîmen û belge hatin ku zeviya welatiyekî Êzidî bi temamî hatiye talankirin.

Şêxo diyar kir ku binpêkirinên li dijî xwezaya li Efrînê tê kirin îsal ji her salê zêdetire.

Îbrahîm Şêxo di dawiyê de diyar kir ku Bacên herî zêde li navçeya Şiyê ya di bin desthilatdariya çeteyên Emşat de ye tê birîn û got:

Li ser her darekî zeytûnê 3 dolarî Emerkî dibin ji bilî baceyên li ser zeytûnan û zeyitê yê ku ji şêniyên li wir tê standin”

Back to top button