Xelkê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirkiyê bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.
Ciwanên bajarê Minbicê îro daketin qadan û teqez kirin dê heya dawiyê li rex hêzên xwe bin.
Ciwanên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê bi meşekê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Meş ji çerxerêya El Herem destpê kir û li ber nivîsgeha partiyê veguhezî mêtingê.
Li wir gelek axaftin hatin kirin û hate gotin:
“Ruxmî êrişên hovane û komployên navneteweyî li dijî gelê Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em yekîtiya ciwanên Sûriyê dê li dijî van êriş û komployan bisekinin.
Em ciwanên Sûriyê ji dagirkeriyê re dibêjin, emê bazarên li ser vê xakê û êrişên li dijî gelê herêmê qebûl nekin.
Dawiyê ciwanan teqez kir ku ewê li rex hêzên xwe bin û gav bi gav xaka xwe biparêzin.