Şerê Îsraîl û Hamasê di roja 23’an de ye

23’ê roje ku şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de dewam dikin.
Ji ber şerê heyî heta niha bi hezaran kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Piraniya kesên ku di nava şer de jiyana xwe ji dest didin jî zarokin.
Lê tevî vê rewşa kambax jî şer bi dawî nabe.
Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamin Netanyahu ragihand ku ew hedef dikin Hemasê ji holê rakin.

Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê di roja 23’an de ye.

Heta niha jî artêşa Îsraîlê bombebarana li ser herêmê didomîne.

Hamas: Heta niha di êrişên Îsraîlê de 8 hezar kes hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku ji roja şer destpê kir û vir ve li Xezeyê bêtirî 8 hezar kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê piraniya kesên ku jiyana xwe ji desta dane zarokin.

Îsraîl: Baragehên Hemasê bêtirî 450’î carî hat bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê jî roja Şemiyê ragihand ku wan bêtirî 450 hedefên leşkerî ên Hamasê bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniyê êriş, li dijî biryargeh, nuqteyên çavdêriyê û çekên antî-tank hatine kirin.

Hemwextî vê yekê êrişên artêşa Îsraîlê yên bejahî jî dewam dike.

Her wiha bajarê Xezeyê û derdora wê ji aliyê Îsraîlê ve weke qada şer hate ragihandin.

Netanyahu: Ji sedî 90 budçeya leşkerî ya Hemasê Îran dide

Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamin Netanyahu jî ragihand ku ew hedef dikin Hemasê ji holê rakin.

Netanyahû di dewamiyê de got:

“Ez difikirim ku sedî 90’ê budçeya leşkerî ya Hamasê, ji Îranê tê.

Îran piştgiriyê dide Hamasê, organîze dike û bi rê ve dibe.”

Hamas: Em amade ne pevguhertina girtiyan bikin

Li aliyê din serokê Hamasê yê li Xezeyê Yahya Sînûar ragihand ku ew amade ne hemû dîlgirtiyan Îsraîlê bi girtiyên Fîlîstînî re biguherînin.

Netanyahû diyar kir ku Îsraîl ji bo ku girtiyên di destê Hamasê de werin berdan, wê hemû derfetan bi kar bîne.

Li gorî rayedarên Îsraîlê li Xezeyê 230 kes dîlgirtî ne.

Lê heta niha tenê 4 jin hatine berdan.

Guterres: Divê hemû girtî bê şert û merc werin berdan

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres jî banga agirbesta mirovî ya lezgîn kir.

Gûterres diyar kir ku divê hemû girtî bê şert û merc werin berdan.

Şerê Îsraîl-Hemasê: Xeza dibin bombardûmanê de ye

Back to top button