Mûşekek li nava Misirê ket: 6 Kes birîndar bûn

Misir jî êdî paya xwe ji şerê navbera Îsraîl û Hemasê de digre.
Mûşekek li nexweşxaneya bajarê Taba yê Misirê ket.
Di encamê de, 6 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya malpera El-Qahire News ku navenda wê li Misirê ye, di êrişa saetên despêka rojê pêk hat de, 6 kes birîndar bûne.

Lê belê di nûçeyê de agahiyên berfireh nehatin parvekirin.

Heya niha ne diyar e ka ev bûyer di encama mûşeka artêşa Îsraîlê ya ku li Xezeyê wek bersivdana êrîşa Hemasê de pêk hatiye yan na.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn tê kirin.

Hin şahidên bûyerê ji ajansa AFP’ê re axivîn û diyar kirin ku mûşek li nexweşxaneyê ketiye.

Wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin jî avahiyek xerabûyî û wesayitên ziyan dîtin nîşan dide.

Li Xezayê 7 deriyên sînor heye.

Ji van deriya 6 bi Îsraîl û tenê dergehê Refahê bi Misirê ve ye.

Ev yek jî rola Misirê ya di navbeynkariya şerê Hemas-Îsraîlê de girîng dike.

Bajarê Taba yê li peravê Deryaya Sor cîhek bêhndanê yê navûdeng e.

Taba jî gelekî nêzî bajarê Aylat ê Îsraîlê ye.

Back to top button