Amerîka moşekek hîpersonîk ceriband

Di demekê ku li cîhanê her kes dibêje aştî, li kêleka vê çekên nûjen yên metirsîdar tên çêkirin.
Qadên şer bûye cihên danasîna çekên welatên bihêz.
Artêşa Amerîkayê diyar kir wan ji bo ceribandinê moşekek hîpersonîk avêtine.

Hate diyarkirin moşeka hîpersonîk a AGM-183A ARRW roja Înê ji Kalîforyayê ji balefira şer hatiye avêtin.

Li gorî daxuyaniya hêzên hewayî moşek pênc qatan leza deng derbas kiriye.

Amerîka niha li ser gelek çekên hîpersonîk kar dike.

Şaxa zanistî ya artêşa Amerîkanê Darpa, di serê salê de moşekek hîpersonîk ceribandibû.

Ev moşek dikarin çekên nukleer hilgirin, bi lezeke bilind bifirin, di dema firînê de jî rêya xwe biguherînin.

Çînê jî di sala 2021’an de diyar kiribû wan moşekek çêkirine ku ev moşek beriya ku li hedefa xwe bide, dikare li dora dinyayê bigere.

Di demekî ku Rûsyayê li Ukraynayê du moşekên hîpersonîk bikar anîn de, Koreya Bakur ceribandinên firînê pêk dianî.

Back to top button