Çeteyên DAIŞ’ê êrişa li Kabulê li xwe girt

Çeteyên DAIŞ’ê li Efxanistanê vê carê navenda Çînê kir armanca êrişên xwe.
Di rişa li paytext Kabulê pêk hat de, 3 kes hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Doh li dijî oteleke Çînê ya li herêma Nev a li paytexta Efxanistan Kabulê êriş û teqîn pêk hatin.

Di encamê de 3 kes hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Birîndar bû nexweşxaneyê hatin şandin.

Piştî êrişa terorî, çeteyên DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe ya medya civakî berpirsyariya êrişê li xwe girtin.

Berdevkê hikûmeta demkî ya Talîbanê Zebîhullah Mucahîd jî li ser hesabê xwe yê medya civakî agahî parve kir.

Mucahîd diyar kir ku li herêma Şehrî Nev a Kabulê welatiyên biyanî ji otêla hatin rizgarkirin û 2 welatiyên biyanî jî ji ber xwe di pencereya otêlê de avêtine birîndar bûn.

Piştî tevgera Talîbanê 15’ê Tebaxa 2021’an dest bi kontrolkirina Efxanistanê kir û heta niha êrişên xwekujî yên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zêde bûye.

Back to top button