Desteya Tenduristiyê: 27 keseên din bi vîrûsê ketin, 1 jî jiyana xwe ji dest da

Bîlançoya qurbanên vîrûsa Corona li herêmê bilindtir dibe û 27 kesên din bi nexweşiya Coronayê ketin.

Desteya Tenduristiya ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, 27 rewşên nû hatin tomarkirin, ji wan 23 li Cizîrê û 4 kes li Şehbayê ne.

Desteyê her wiha diyar kir jî ku kesekî din yê 70 salî li herêma Cizîrê jiyana xwe ji dest da.

Bi van daneyên nû, jimara giştî ya pêketiyan dibe 171 kes;

Ji wan 8 kes mirine û hîna jî tenê 10 kes baş bûne.

Back to top button