Êl û Rûspiyên Helebê: Em ê heya dawî bi QSD’ê re bin

Rûspiyên Helebê û êla Igêdat a Dêra Zorê der barê hewldanên derxistina fitne û tevliheviyê li herêmê, bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Rûspiyan diyar kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk destê wan di derxistina tevliheviyê de heye û dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin. Rûspiyan piştgiya xwe bi QSD’ê re anî zimên û banga avakirina yekîtiyê li gelê herêmê kir.

Ji bo derxistina fitne û tevliheviyê di navber pêkhateyên herêmê de, istixbarata Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk di nava hewldanan de ne.

Li dijî van hewldanan, şêx û rûspiyên herêmê bertek û nerzîbûnên xwe nîşan didin.

Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku armanca êrîşan, têkbirina destkeftî û serkeftinên QSD’ê ye.

Şêx El-Hesen destnîşan kir ku bi sekna gelê herêmê ya bi hêzên xwe QSD’ê re, wê hemû hewldanên qirêj têk biçin.

Şêx Heysem Merdelî jî anî zimên ku Hêzên Sûriya Demokratîk, gel hemû ji zilm û tarîtiyê rizgar kir û piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da.

Şêxê eşîra Igêdat yê bajarokê Şihêlê banga yekîtiyê li gel kir

Di heman çarçoveyê de, şêxê êla Igêdat ê bajarokê Şihêl ê Dêra Zorê Xilêf El- Şair jî destnîşan kir ku gelek aliyên hindir û derve​​​​​​​ bi rêya çepemeniyê, dixwazin fitne û tevliheviyê derxin.

Xilêf El- Şair bang li hemû gelên herêmê kir ku yekîtiya xwe ava bikin û li hember her kesên ku dixwazin tevliheviyê derxin, bisekinin.

Back to top button