Li bajarê Babê yê dagirkirî, termê jineke kuştî di bermîlekî de hat dîtin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî, ragihand ku termê jineke kuştî di bermîlekî sergirtî de, di navbera gundê Qedîran ê Babê û bajêr de hat dîtin.
Li Ezazê zarokek bi guleyên bêserûber hat kuştin
Li bajarê Ezazê yê dagirkirî jî, ji ber guleyên bêserûber zarokek hat kuştin û jinek birîndar bû.
Li gorî heman navendê, li pêş firina nan a li bajarê Ezazê, zarokê bi navê ‘Mecd Yûsêf’ bi guleyekî hat kuştin û dayîka wî jî birîndar bû.
Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, rojane kirin û sûcên dermirovî li pêşberî çavên civaka navdewletî li dijî jin û zarokan pêk tên.