Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di 10′ emîn salvegera xwe de hate bi bîranîn

Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di 10’emîn salvegera koça dawiya xwe de li ser gora xwe bi merasîmekê hate bîranîn.

Merasîma bîranînê li parka Azadî ya silêmaniyê ji aliyê rêxistina bajêr bi hemahengiya rojnameya Kurdistanî Niwê hate rêxistinkirin.

Di merasîmê bîranînê de peyamên merasîmê, Wezîrê Rewşenbîrî yê Başûrê Kurdistanê û Parêzgarê Silêmaniyê ve hatin xwendin.

Piştre hunermend hûnermend Şinyar Necîb û Sêwe Kamil stran gotin û çend helbestên Şêrko Bêkes hatin xwendin.

Merasîmê bîranînê bi xelatên bîranînê ku li heval, dost û helbestvanên beşdarvanên merasîmê hatin belavkirin bi dawî bû.

Back to top button