10 Sal li ser wefata helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes e re derbas dibe

Bi ser wefata helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes re 10 sal derbas dibin.
Şêrko Bêkes di dema Rêber Ocalan dîl hatî girtin de ev peyam da bû; “Ev der Silêmanî ye, ev çend roj e xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavên cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê kurdan teslîm bigirin.

10 sal bi ser wefata helbestvanên bi navûdeng yê Kurd Şêrko Bêkes re derbas dibe.

Şêrko Bêkes 2’ê Gulana 1940’an de li Taxa Guyjer a bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye.

Şêrko Bêkes dema 8 salî bû, bavê wî di sala 1948’an de wefat dike.

Zarokatî û ciwaniya Bêkes tejî zehmetî û êş derbaz bû, di aliyê aborî de jî zehemtiyên mezin kişand.

Bi gelek zehemetiyan re Bêkes qonaxa dibistanê ya amadeyî temam kir.

Bêkes yekem helbesta xwe di 17 saliyê de dinivîse û ev helbesta xwe di rojnameya Jin de belav kir.

Di sala 1968’an de Jî yekem pirtûka bi navê ‘ Tirîfey Helbest’ li Bexda çap dike.

Di sala 1970 ‘an de çend helbest bi navûdeng yên wê serdemê ku bangewazî ji bo guhertana di helbestê Kurdîde dike û cure helbestê nû yê Kurdî belav kir.

Di sala 1998’an de bi rêya heval û jimarek kes ‘Dezgeha çap û Weşanê ya Serdem’ li bajarê Silêmaniyê damezirand.

Dema Rêber Apo tê girtin Şêrko Bêkes qesîdeyek li ser dinivîsîne

Di dema komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo de, li sala 1999’an Şêrko Bêkes qesîdeyek li ser wî dinivîse û wiha dibêje;

“Ev der Silêmani ye, ev çend roj e xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye.

Li ber çavên cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê kurdan teslîm bigirin.

Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin, Newroz çawa bê agir dibe? G

ola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmaniyê ye, hemû dilên vî bajarî wek sêva darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin.

Ev xemginiyeke neteweyî ye, min xewna perperokekî dît. Ez digirim û çavên min li Amedê ye.”

Di sala 2001’an de navenda çap û ragihandinê ‘ Xak’ xelata Helbestvan Pîremêr didin Bêkes.

Helbestên Bêkes bi gelek zimanên cîhanê hatine werger kirin

Bêkes helbestvanek navûdeng yê modern yê Kurde ku xwedî çend helbest û dîwane.

Helbestên Bêkes bi gelek zimanên cîhanî hatiye werger kirin.

Helbestên Bêkes herî zêde qala Niştîman, welatparêzî, av, xak û xweşikbûna Kurdistanê kiriye.

Back to top button