Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 28. de didome

Serhildanên gel yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” di roja 28’an de dewam dikin.
Tevî êrişên hêzên rejimê jî lê gel li qadan li ber xwe dide.
Heta niha di êrişên hêzên rejimê de 28 jê zarok zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Îro careke din ciwanan banga mezinkirina çalakiyan kirin

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildanên bi pêşengiya jinan ku piştî kuştina Jîna Emînî destpêkirin di roja 28’an de didome.

Di encama êrişên hêzên rejimê de heya niha zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane..

Di êrişên rejîmê de ji wan 28 zarok zêdeyî 200 kes hatine kuştin

Komeleya Parastina Mafên Zarokan a Îranê ragihand ku di nava kesên hatin kuştin de herî kêm 28 zarok hene.

Lê tevî êriş û hewldanên astengkirinê yên rejimê jî gel li qadan li ber xwe dide.

Duh li bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevî êrişên hêzên rejîmê jî gel carekek din li qadan bûn.

Li bajarê Seqiz ciwanan rêyên li taxan girtin, agir pêxistin û rê nedan hêzên rejîmê derbasî taxan bibin.

Li Bane, Merîwan, Bokan, Mahabad, Sine, Kirmaşan, Îlam û gelek bajarên din jî, gel bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadan bûn.

Çalakiyên gel li Tehran, Qum, Esfehan, Erak û gelek bajarên din jî bi daxwaza azadiyê dewam kirin.

Li bajarê Ehvazê jî bi hezaran kes daketin qadan û bi dirûşma “Bimre dîktator” li dijî tundiya rejîma Îranê meşiyan.
.
Komek çalakvanên Ereb ên li Ehwazê bang li herkesî kirin ku li dijî tundiya rejîma Îranê dakevin qadan û çalakiyan bidomînin.

Li bajarê Zahidanê îro careke din bi hezaran welatiyên Belûc li dijî tundiya rejîma Îranê daketin qadan.7

Li bajarê Mîrcawê ya ser bi Belûcistanê jî ciwanan bi keviran êrişî barageheke besîcan kirin.

Desteya Karkeran ya sektora neftê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber nerazîbûna karkeran, herî kêm 30 karker hatine binçavkirin.

Li aliyek din komek ku xwe weke Ciwanên taxên Tahranê didin nasîn, diyar kirin ku heya azadiyê bi ser nexînin wê çalakiyên wan dewam bikin û banga mezinkirina çalakiyan kirin.

Back to top button