Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 27. de didome

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” di roja 27’an de didome.
Hêzên Rejîma Îranê ji bo asteng kirina çalakiyan êrişî çalakvanan dikin.
Heta niha zêdeyî 200 kesan di êrişan de jiyana xwe ji dest dane.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên gel yên bi pêşengiya jinan bi dirûşma, “Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dikin.

Di çalakiyan de heta niha ji ber êrişên hêzên rejimê zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Di êrişên rejîma Îranê de zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane

Tevî ku hêzên rejîmê bajar tijî leşker kirine jî çalakî û serhildanên gel berdewam dikin.

Piştî ku rejîma Îranê li Sine komkujî pêk anî duh careke din jî li gelek bajaran gel ji bo xwedî derketina li berxwedana gelê Sine daketin qadan.

Gelê Bokan û Mihabatê bi dirûşma “Sine ne bi tenêye Bokan bi wê re ye” heya derengiya şevê li qadan bûn.

Li gorî agahiyan, di xwepêşandanên duh de, li Kirmanê 2 kes, li Sine kesek ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.

Hat ragihandin li bajarê Kirmanşanê endamekî hêzên pasdaran jî hate kuştin.

Gelê Seqiz û Merîwanê jî ji bo xwedî derketina li berxwedana Sine li qadan bûn.

Li bajarê Îlam û Dehdeştê jî gel bi meşeke girseyî daketin qadan, lê hêzên rejîmê êrişî gel kir û şer derket.

Li Tehranê duh êvarê jî çalakiyên gel yên bi dirûşma, “Bimre dîktator” dewam kir.

Çalakiyên gel yên li dijî rejîmê li BenderEbas û Yezdê jî hebûn.

Bi heman armancê li gelek bajaran hê jî xwandekar bi dirûşma “Azadî” di nava çalakiyan de ne.

Hêzên rejîmê ji bo girtina xwandekaran gelek ambûlans şandine zanîngehan.

Hate ragihandin ku rejîma Îranê ji bo bêdeng kirina gel bi riya hin saziyên xwe li bajarê Ehvazê serî li rê û rêbazên cuda dide.

Back to top button