HPG: Gerîla derbên giran li hêzên dagirker dide

Gerîlayan li herêma Zapê li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û diyar kir di encama çalakiyan de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê ragihand li herêma Avaşînê jî derb li helîkoptereke skorsky hate xistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li dijî êrişên bi hemû cure teknîk, çekên pêşketî û çekên kîmyewî li ber xwe didin û derbên giran li hêzên dagirker didin û ev agahî parve kir:

HPG: Li herêma Zapê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 12’ê Cotmehê li Qada Çemço ya Zapê bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku ber bi çeperên şer yên şehîd Botan ve dihatin.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê li Qada Sîda jî dîsa bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku ber bi çeperên şer yên şehîd Agir ve dihatin.

Di encama vê çalakiyê de jî dagirkerek hate kuştin.

Li Qada Saca jî hêzên me dest danîn li ser teqemeniya TNT Û C4 ku dagirkeran ji bo bombebarankirina çeperên şer yên Şehîd Xursî amadekiribûn.

Dîsa li Qada Sîda jî tîmên me yên bi tevger dest danîn li ser kamerayeke çavdêriyê ku dagirkeran li dora çeperên şer yên Şehîd Felat bi cih kiribûn.

HPG: Li herêma Avaşînê derb li helîkoptera Skorsky hat xistin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 12’ê Cotmehê li Girê Şehîd Zêrîn ya herêma Avaşînê liv û tevgera helîkopteran pêk hat.

Tîmên me yên tevger li vê derê derb li helîkoptereke Skorsky dan û neçar ma ji qadê dûr bike.

HPG: Artêşa Tirk 10 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 10 caran bi çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 28 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button