Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 58 roj in didom in

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi pêşengiya jinan û xwandekaran bê navber dewam dikin.
Tevî hemû zext û tundiya hêzên dewleta Îranê jî, çalakî di roja 58’an de didom in.
Heta niha di êrişên hêzên dewletê de, 326 kesan jiyanan xwe ji dest dane

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi pêşengiya jin û xwendekaran nêzî du mehin dewam dike.

Lê dewleta Îranê li cihê ku guh bide daxwazê gel, bi tundî êriş dike.

Di êrişên dewleta Îranê de 326 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya 54 rojên serhildanê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, 326 kesan heta niha bi destê hêzên dewleta Îranê jiyana xwe ji dest dane.

Lê tevî êriş û zextên hêzên dewletê jî, gel çalakiyên xwe yên bi daxwaza azadiyê didomînin

Li gelek bajarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh bi şev di roja 57’an de welatiyan bi rêbazên cuda li gelek deveran çalakiyên xwe domandin.

Xwendekarên li zanîngehan jî bi heman armancê bi dirûşmeya ‘Xwendekar edaletê dixwazin’ daketin kolanan.

Her wiha kesên ku xwe weke ciwanên azadîxwaz binav dikin li gelek deveran baragehên hêzên Besîcan dan ber agir.

Meleyên li bajarê Seqizê banga azadiya çalakgerên girtî kirin

Li aliyê din li bajarê Seqizê melayan bi daxuyaniyekê êrişên dewletê li dijî gel şermezar kirin.

Melayan di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ji ber gendelî û zilmê, xelk rabûne serhildanê.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin;

“Du meh li ser serhildanê de derbas bûn, lê cihê ku desthilatdar guh bide welatiyan, rastiyê berovajî dike û komkujiya dike”

Di dawiyê de melayan piştgirî dan xwepêşanderan û xwestin kesên hatine binçavkirin werin berdan.

Back to top button