Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku di raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heta niha 326 kes hatine qetilkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya nû eşkere kir û diyar kir ku heta niha di raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 9 jin 18 jê zarok 326 kes hatine kuştin.
Rêxistinê careke din bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya welatiyên sivîl bigire.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku agahiyên li 22 parêzgehên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tomar bikin û gotin: “Heta niha gelek kesên di nerazîbûnan de hatine binçavirin, bi ‘têkdana ewlehiyê’ û ‘gendeliyê’ hatine sûcdarkirin.
Dibe ku ev yek bibe sedema derxistina biryara darvekirinê.”