Li Îranê 4 jin li navenda binçavkirinê rastî erîşa zayendî hatin

Serhildana gelên yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî girtin û binçavkirinê bi çalakiyên cuda didome.Li aliyekî din Komîteya Ciwanên Şoreşger ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxuyaniyek de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir .

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê didome.

Di vê çarçoveyê de, duh li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê koma bi navê ‘Zarokên agir’ peyamek bi dîmen belav kir.

Komê da zanîn ku ew ê heta pêkanîna armancên xwe li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin.

Li Seqizê duh feqehek temen 19 salî yê bi navê Selahedîn Salihî ku kurê girtiyek siyasî ye, li ber mala xwe ji aliyê komek çekdarên nenas ve hat kuştin.

Komîteya Ciwanên Şoreşger ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di daxuyaniyek de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ew komplo di kesayeta Rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye kirin.

Hejmarek wezîrên karên derve yên jin ku tevlî Konferansa Ewelekarî ya Munchenê bûn, bi daxuyaniyek de piştgiriya xwe ya bi serhildana gelên Îranê re nîşan da.

Di Festîvala Filman a Berlînê de rûniştinek taybet di jêr sernavê ‘Rola sînema û hunermendan a di şoreşa jin jiyan azadî de’ pêk hat.

Di serhildanên Îranê de jin her cûre erîşan re rûbûrû dimînin.

Hat zanîn ku herî kêm 4 jinên ku tevlî çalakiyan bûne ji aliyê li navenda Îstîxbarata Şoreşger a Zahîdanê rastî erîşa zayendî hatine.

Hale Vash ku yek ji wan 4 jinan ne bang li rayedarên berpirsiyar kir û got:

Jinên ku ji aliyê îstîxbarata Zahîdanê erîşa zayendî dîtine ji bo ku neçin întîharê pêwîst e alîkariya derûnî bibînin.

Belgefîlma bi navê ‘Li Tahranê Heft Zivistan’ li Berlînê hat pêşandan

Reyhaneh Jabbarî li Îranê di sala 2007’an de dema ku diçû hevdîtina kar li dijî kesê ku destdirêjî lê kir xwe parast û neçar ma êrîşkar bikuje.

Reyhaneh di 25’ê Cotmeha sala 2014’an de li girtîgeha Gohardasht a Karajê hat darvekirin.

Darvekirina Reyhaneh Jabbarî di nav civakê de bû sedema helwestan.

Belgefîlma bi navê ‘Li Tahranê heft zivistan’ ku behsa salên Reyhaneh Jabbarî di girtîgehê de dike di festîfala fîlman a Berlînê de hat pêşandan.

Sholeh Pakrovan di festîfalê de axivî, ji bo girtiyên ku li Îranê cezayê dervekirinê girtine bang kir û ev tişt got:

Niha jî gelek ciwan, jin û mêrên di hucreyên ji bo rizgarkirina wan tiştekî bikin.

Back to top button