“Bila biçin di goristanê de ji xwe re li dengan bigerin”

Birînên nayên kewandin, şeva ku di dîrokê de bê nivîsandin û neyê ji bîrkirin. Kesên xwedî mal, xwedî zar û xwedî kar û xeyal, êdî li kolanan, di bin konan û xirbeyan de têkoşîna girtina henaseyekê didin. Ew şev bû ‘xewnereşkek’ bi sedhezaran di xewa giran de girt..Lê dema şiyar bûn çavê xwe bi felaketekê re vekirin.

6’ê Sibatê…

Berbanga derî ji hezaran çirokên bi êş û jan re vekirî…

Xeyal û jiyana bi dehhezaran bi dawî bûn.

Can, mal û dîroka nifşekê wêran bû..

Li pey xwe kavilên ji biranîn tije hiştin.

Fatma Alkiz û Huseyîn Alkiz hevjinin…

Çavên Huseyîn kêm dibîne, lingê Fatma yê jî di dema erdhejê de dişkê…

Ne tenê ew çarzarokên wê yên li Bazarcixa Mereşê dimînin jî mala wan dilweşe..

Tiştek di destê wan de nemaye ew niha li komirdanka sar û zexem de dimînin.

Sakîne Coşkun jî yek ji mexdûrên erdhejê yên Semsûrê ye.

Gelek xizmên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

Li taxa Nû ya Semsûrê nêzî avahiyên xwe bi cîranên xwe re di qadek vala de dimînin.

Piştî 10 rojan dikarin kon bigirin û beriya wê jî bi 6 malbatan re di konekî biçûk de dimînin.

Ew dibêje dewletê mirin ji mere rewa dîtin, ji roja yekem ve HDP bi hewara me hat.

Tim ji Botan, Serhed, Amed, Êlih û Rihayê re digotin terorîst.

Lê yên yekem bi alîkariya me hatine ew bûn. Yên terorîst ên di koşkan de ne.

Bila biçin niha di goristanê ji xwe li dengan bigerin.

“Qaşo dewlet heye, ka li ku ye?”

Dayê Emîne jî Rêzana Amedê ye. Mala wê jî xira bûye.

Ew bi hêrseke mezin dibeje; Kes xwedî li me dernakeve.

Qaşo dewlet heye,ka li ku ye?”

Ez bi zarokên xwe re gund bi gund geriyame. Bi tu awayî alîkariya me nehatiye kirin. Mirov ditirsin ku bikevin malên xwe.

“Ne dewlet dilxwaz hatin bi hewara me”

Li gundê Balyan a Semsûrê ku 110 mal lê hene, tenê 10 mal li ser lingan ma û gundikên wê jî di nav de 75 kes jiyana xwe ji dest dan.

Perîhan Keklîk mala wê wêran bûye.

Perîhanê da zanîn mirov di bin axê de bê henase man û jiyana xwe ji dest dan û got: Ne dewlet, dilxwaz hatin bi hewara me ve.

Gultan Gultekîn jî şev erdhejê mîna ‘xewnereşkek’ penase dike û dibêje: “Nifşekê gundê me tune, kesên ciwan jiyana xwe ji dest dan.

Em ji cihê xwe, pergala xwe, ji her tiştê xwe bûn. Ez qet nizanim emê çawa bikin.’

Back to top button