Nîdal Fendî: Însyatîfa Rêveberiya Xweser nîştimanî ye

Endamê Partiya Demokratîk a Civakî Nîdal Fendî diyar kir danezana çareseriyê ya Rêveberiya Xweser nîştimanî ye.
Nîdal Fendî bang li tevahî aliyan kir ku piştgiriyê bidin danezanê û diyalogan pêk bînin.

Endamê polîtburoya Partiya Demokratîk a Civakî ya Sûriyeyê Nîdal Fendî diyar kir ku danezana Rêveberiya Xweser nîştimanî ye û got:

“Danezan teqeziyê li ser yekitiya xaka û gelê Sûriyeyê dike.

Em weke Partiya Demokratîk a Civakî piştgiriya vê danezanê dikin.

Endamên partiyê civîneke berfireh li Laziqiyê li dar xist û danezan hat şîrovekirin.”

ʹHikumeta Sûriyeyê aliyekî sereke yê ji bo serxistina vê danezanê yeʹ

Rêveberiya Xweser di danezanê de diyar kir ku ji bo çareserkirina aloziya li welat ew amade ye bi hikumeta Şamê û hemû aliyên sûriyayî re diyalogan bike.

Nîdal Fendî da zanîn ku hikumeta Şamê aliyekî sereke yê ji bo serxistina vê danezanêyê ye.

Fendî destnîşan kir, ji hemû hêzên nîştimanî yên sûriyayî tê xwestin ku asta karesatê bibînin û ji bo bidawîkirina aloziya li welat bi lez li ser masaya diyalogan rûnên.

Back to top button