Hikumeta Şamê li herêma dorpêçkirî bendan zêde dike

Hikumeta Şamê rêbazên nû ji bo zexta li ser şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dimeşîne.
Bendên kontrolê yên li derdora her du taxan zêde kirine.
Bi vê yekê hejmara bendên kontrolê dibin 8.

Xwendekarekî zanîngehê ku ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir got:

“Beriya 2 rojan ez di benda kontrolê ya Eşrefiyê re derbas bûm..

Ji ber hebûna bendekê ku 5 metreyan tenê ji benda din dûr e, matmayî mam.

Çekdarên li bendên kontrolê ew kontrol kir û telefona wî jî vekir.”

Heman xwendekarî got:

“Hêzên li bendên kontrolê ne xwedî exlaq in û gotinên nebaş dikin.

Heke tu li hemberî wan rabî dê tawanekê bi te ve girê bidin..

Ev tawan dibin sedem ku tu bi mehan di girtîgehê de bimînî.”

Kesekî din ku ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, dibêje:

Kiryarên hikumeta Şamê êdî nayên tehemulkirin.

Endamên hikumeta Şamê rêbazên tirsandin û provakasyonan dimeşînin.

Back to top button