Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin

Vê sibê dewleta Tirk li dijî rojnamevan û siyasetmedar operasyoneke nû gelek kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku, di encama bîlançoya operasyonê de hejmara kesên hatin girtin bû 48 kes.

Kedkarên Çapemeniya Azad, ji bo hevpîşeyên xwe yên ku di operasyonên Amed û Enqereyê de hatin gritin de, li Kadikoya Stenbolê xwestin daxuyaniyekê bidin.

Polîsan êriş bir ser rojnamevanan

Polîsan êriş bir ser wan rojnamevanan û rojnamevanan jî bi yek dengî dirûşmeya “Çapemeniya Azad natepise” berz kirin.

Piştî van dirûşmeyan rojnamevan Pinar Gayip, Zeynep Kûray, Eylem Nazlier, Serpîl Unal, Esra Soybîr û Yadîgar Aygun hatin binçavkirin.

Her wiha rojnamevanên ku xwestin dîmenan bigirin jî, polisan êrişî wan kir û li wan xistin.

Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulumê jî bertek nîşanî vê da û got: “Hûn nikarin denge heqîqetê bibirin.”

Back to top button