Meşa ciwanan a li Atînayê bi dawî bû

Meşa dirêj a Ciwanan ku li Yewnnanistanê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê cotmehê destpêkiribû bi dawî bû.

Kurdistaniyên li Yewnanistanê, bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, meşa dirêj a du rojan organîze kirin.

Meş bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma “Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê” hat lidarxistin.

Girseya ku ji paytexta Atînayê dest bi meşê kirin, dosyayek a li ser tecrîda girankirî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Parlamentoya Yewnanîstanê kirin.

Piştre girseya gel heta avahiya Konsolxaneya Tirk meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê.

Meşa ku du rojan berdewam kir, piştî daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Navenda Çanda Kurdistanê Erkan Erencî ve hat dayîn, bi dawî bû..

Kurdistaniyên li Fransayê bi meşeke meşaleyî komplo şermezar kir

Bi heman armancê Kurdistaniyên li bajarê Mantesê yê Fransayê jî bi meşeke meşaleyî komplo şermezar kirin.

Çalageran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin,

Back to top button