Yemenê..Hevpeymaniya Erebî droneke bombebarkirî ya Hûsiyan anî xwarê

Hevpeymaniya Erebî duh bi şev droneke bombebarkirî ya Hûsiyan ku ber bajarê Xemîs Mişêt ê Erebistana Siûdî ve hatibû berdan, anî xwarê.

Hevpeymaniyê li ser vê diyarkir ku ew rêkarên ewlehiyê digirin, da ku sivîlan ji gefên Hûsiyan biparêzin.

Heman rojê 2 zarok di teqîna mayinên ku çekdarên Hûsî li rojhilatê bajarokê Xoxeyê yê bajarê Hudeydayê çandibû birîndar bûn.

Temenê her du zarokan weke di dîmen de xuya dibe, di navbera 8 û 9 salan de ye.

Li gorî raporeke hiqûqî ya nû, li 17 bajarên Yemenê, di navbera sala 2014’an û 2021’ê de, zêdeyî 5 hezar sivîlan bi mayinên Hûsiyan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button