Balafireke nenas di nava du rojên dawî de 2 êrişên hewayî li dijî deverên komên alîgirên Îranê yên li Dêrazorê pêk anîn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, îro balafirek nenas li dijî bargehên komên alîgirên Îranê yên li herêma Hiwêce Kati û pira nû ya li Dêrazorê êrişên hewayî pêk anî.
Çavdêriyê da zanîn ku duh jî bi heman rengî êriş li dijî bagehên komên aligirên Îranê ên li herêma El-Tebnî ya li Dêrazorê pêk hat.
Hate ragihandin ku heta niha nehatiye zanîn bê balafirên êrişî herêmê kirine girêdayî kêne.