Lîbya…Çeteyên “Burkan û El-Xedeb” êrîşî biryargeha encumena serokatiyê kir

Li paytexta Lîbî Terablusê li dijî erkdarkirina Hisên El-Ayib weke Serokê Salogxgeriyê, gelek çeteyên biçek êrîşî biryargeha encumena serokatiyê kir.

Çeteyên bi navê “Burkan El-Xedeb”, bi vê êrîşê xwest ku hikûmeta Lîbî ya demkî, ji erkdarkirina Serokê Saloxgeriyê yê nû vegere û “Îmad El-Terablusî” bihêle.

Her wiha Wezîra Derve Neclaa El-Menqûş ji erka wê dûr bixe.

Li gorî di dîmen de xuya dibe, yek ji êrîşkeran daxwaziya venêrandina hemû erebeyan dike û got ku kanî El-Menqûş, anku Wezîrê Karê Derve.

Serokê Encumena Serokatiyê Mihemed El-Menfî beriya ku sazî rastî êrîşê were, ji cihê xwe derketibû…..

Li gorî agahiyan, ji ber ku Serokê Saloxgeriyê yê nû Hisên El-Ayib kesekî nêzî Xelîfe Hefter e, ev êrîş hate kirin.

Her wiha tê gotin ku, fitûderê Lîbyayê yê berê “Sadiq El-Xiryanî” Pêncşema borî ji ber banga El-Menqûş a derxistina çeteyên Tirkiyê ji Lîbyayê, bang li çeteyên Burkan El-Xedeb kiribû ku li dijî wê derkevin.

Back to top button