Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê soza parastina destkefiyên şehîdan da

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî bi daxuyaniyek da û da zanîn ku kiryarên dewleta Tirk ya li dijî goristanên şehîdan heman kiryarên DAIŞ`ê ne.

Daxuyanî li Goristana Şehîdan a Minbicê hat dayîn.

Meclisê ev sûcê dewleta Tirk bi tunî şermezar kir û teqez kir ku sûcên Tirkiyê û çeteyên DAIŞ’ê heman in, ji ber ku xwedî heman zihniyetin.

Meclisê îşaret bi xerakirina gorên li Efrînê jî kir û dest nîşan kir ku bi saya qehremaniya van şehîdan DAIŞ hat têkbirin û tenê binketin wê para Tirkiyê be.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê dawiyê soza parastina destkeftiyên şehîdan da.

Bi heman armancê jî rojên derbasbûyê Meclisa Malbatên Şehîdan yên Dêrik, Qamişlo û Helebê jî daxuyanî dabûn û diyar kir ku ewê li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin.

Back to top button