HPG: Li Xakurkê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li herên Xakurkê û Zapê de, 8 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin û dronek jî hate xistin. Li alîkî din HPG’ê diyar kir ku sîxurê bi navê Cotyar Mûhsîn Hisên ku tevgera gerîlayan dişopand û cihê wan ji dewleta tirk a dagirker re digot jî hatiye girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li herêma Xakurkê ya herêmên parastina Medyayê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê;

10’ê Gulanê gerîlayan li herêma Xakurkê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker yên li Girê Lêlîkanê çalakiyek kirin.

Di ecamê de konteynerek û kozikek bi temamî hatin rûxandin û 8 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.

Di heman rojê de gerîlayan li herêma Zapê dronek artêşa Tirk a dagirker a li ser qada Cîloya Biçûk difiriya xistin.

Her wiha balafirên şert ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qadên Sinînê, Çemê Lolanê û Koma Sor ên li herêma Xakurkê, barand.

HPG’ê dazanîn ku di van êrîşan de tiştek bi hêzên gerîla ne hatiye.

Sîxurê bi navê Cotyar Hisên hat girtin

Li alîkî din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku sîxurê bi navê Cotyar Mûhsîn Hisên ku cihê herêmên gerîla aşkera kirine, ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

HPG’ê banga hişyariyê li gelê başûrê kurdistanê kir.

Di serî de malbata Cotyar, derdora wî û gelê em yê Behdînanê yê hêja ku ji vê rewşa Cotyar aciz e, divê hesab ji kesên ku Cotyar xistine vê rewşê bipirsin.

Şexsê bi navê Cotyar ji eşîra Berwarî ye.

Bi salan e em û eşîra Berwarî di nava hev de ne û me ji wan ti carî nebaşî nedît.

Lê belê hin kesên ku bi MÎT a Tirk re dixebitin tên hin ciwanan dikin sîxur.

HPG’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

Li dijî van kesên bi dijminê komkujer, qirker û mêtinger re hevkariyê dikin, îstîxbaratê didin wan, di berdêla pere de xwe difiroşin û ewladên vî gelî îxbar dikin û Kurdan bi Kurdan didin kuştin, xwedî helwest be.

Back to top button