Hikumeta Şamê careke din gundê Tencera yê Hemayê kontrol kir

Hêzên hikumeta Şamê careke din gundê Tencera yê Hemayê kontrolkirin û di encama şerê rûdayî de jî 36 leşkerên hikumetê û 19 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hikumeta Şamê piştî 24 saetan gundê Tencera yê li Sehil El-Xab a li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê careke din kontrol kir.

Di şer de herî kêm 36 leşkerên hikumetê û 19 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Çavdêriyê dest nîşan kir ku ji ber rewşa giran a birîndaran dibe jimara kuştiyan zêdeti bibe.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, tenê karîbûn gundê Tencera 24 saetan kontrol bikin.

Back to top button