Şandeyek HDP û DBP’ê çûn goristana Geverê

Şandeyek ku di nav de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz çûn ser goreke şehîdan li Geverê ku ji aliyê faşîzma AKP’ê ve hatibû xerakirin. Aydenîz bertek nîşanî bêrêziya li dijî gorên şehîdan da û got: Emê li hemberî van êrîşan bi yek dengî, demokrasî, azadiyê û aşitiyê biparêzin.

Di rojên dawî de êrîşên li dijî goristanan dewam dikin.

Li Gever, Mûş, Wan, Farqîn û Çewlikê bi biryara faşîzma AKP’ê gorên gerîlayên HPG’ê hatin xerakirin.

Herî dawî li taxa Ormanê ya navçeya Geverê û Gundê Hespist ê Hezexa Şirnexê gor û goristan hatibûn xerakirin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz jî di navde şandeyek ji parlementerên HDP û DBP’ê berê xwe dan navçeya Gever a Colemêrgê.

Parlementer despêkê çûn ser gorên ku hatine xerakirin.

Li wir Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û diyar ku êrîşên li dijî goristanan tê wateya qedandina AKP û MHP’ê û wiha got:

Tifaqa AKP û MHP ber bi qedandinê ve diçin û ji ber wê bi tirs û hovane êrîşî goristanê dikin.

Tu olan de, tu exleqan de êrîşkirina goristana tune ye.

Bila hemû cîhan vê hovitiyê bibîne.

Dema ki DAÎŞ’ê êrîşî mirovahiyê kir, dest pê kê êrîşî goristanan kir.

Ev hişmendiye hişmendiya DAÎŞ ye.

Aydenîz anî ziman ku wê ev polîtîka nekare temenê AKP’ê dirêj bike û ev tişt anî ziman:

Bi van êrîşan em dibînin ku AKP têk diçe.

Lê li hemberî van êrîşan em ê bi yek dengî, yek rengî têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî vê hovitiyê em ê demokrasiyê, azadiyê û aşitiyê biparêzin.

Em bang li hemû cîhanê dikin, pêwîste ku gelê kurd tenê nehêlin.

Şandeyê pişt re serdana malbatên ku gorên xizmên wan hatine xerakirin kirin.

Back to top button