Li Rojhilatê Ukrayna artêşa Rûs êrişên xwe li dijî bajarê Lysychansk zêde kirin

Li Rojhilatê Ukraynayê şer giran e.
Artêşa Rûs êrişên xwe li dijî bajarê Lysychansk zêde kirin.
Kiev jî piştrast kir ku li dijî hêzên wan ên li vî bajarê bombardimananên dijwar pêk tên.

Artêşa Rûsyayê dema dawî hewl dide serweriya xwe temam bike.

Dawiya Hezîranê li vê herêmê bajarê Severodonetsk bi temamî ketibû bin kontrola hêzên Rûs.

Û piştî vî bajarî, artêşa Rûsyayê niha berê êrişên xwe daye Lysychansk.

Ji doh ve li derdora bajêr, êrişên dijwar pêk tên.

Walî Serhiy Haidai jî ragihand ku ji ber êrişan agir bi gelek deveran ketiye û got;

Derfeta vemirandinê nemaye.

Li herêmên Ukrayna ên Bakur û Başûrê jî êrişên Rûsyayê zêde bûne.

Li gorî agahiyên ji van herêman têne biparvekirin, di nava 24 saetên dawî de gelek moşek li derdorê ketine.

Bajarên derdora Odessa jî bûna armanca lêdana dijwar a hêzên Rûs.

Doh Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdîa kiribû ku hêzên wan ên asmanî, 5 baregeh û ambarên çekan ên Ukraynayê rûxandine.

Back to top button