QSD: Dewleta Tirk endamê fermandariya Meclisa Suryan kir hedef

Duh li Til-Temirê, artêşa Tirk bi balafirên bêmirov erebeyeke endamê fermandariya giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Orom Marûkî bombebaran kir.. Di encamê de Marûkî û wergervanê pêre birîndar bûn. QSD’ê derbarê mijarê de daxuyanî da..
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hane jî derbarê mijarê de got: Rûsiya ji van êrişan berpirse.

Duh bi şev, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya ku tê de yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Orom Marukî hebû, bombebaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û got:

“Dema ku Endamê fermandariya meclisa Leşkerî ya Sûryan Marukî yê li gel hêzên Rûsî diçûn stasyona kehrebê ya Til Temirê ku dewleta Tirk topbaran kiribû, ew hedef girt..

Di encama bombebarana bi balafirên bê mirov de, Orom Marukî û wergervan birîndar bûn.”

Berdevkê Meclisa leşkerî ya Suryan: Rûsya berpirsê êrişan e

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hane jî derbarê mijarê de axivî..

Hane îşaret bi dewamiya êrişên dewleta Tirk a li ser herêmê kir û got:

“Dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî niştecihên herêmê dewam dike û sivîlan dike armanc.

Li ser vê yekê ji 2`yê Nîsanê ve êrişên dijwar li ser navçeyên Zirgan û Til Temir pêk tîne û duh bi şev jî stasyona Elektirîkê topbaran kir…

Ji bo zirarên gihaştine stasyonê ji nêz ve bibînin, hevalên me berê xwe dan cihê topbaranê.

Li wir, fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Suryan û wergêrvanê pê re, bi balafirên bêmirov hatin hedefgirtin..”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan da zanîn ku êrişên artêşa Tirk bi armanca koçberkirina niştecihên herêmê û şikandina berxwedana gel e û ev yek got:

Hêzên Rûsyayê yên garantor berpirs in, ji ber ku bi garantoriya wan derbasî herêmê bûye û bi erka parastina niştecihên wê û sekinandina êrişan ranabe.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan bi hevkariya hêzên li Til Temirê dê li hemberî van êrişan bê deng nemînin.

Back to top button