Stasyona kehrebeyê ya Til Temirê hat topbarankirin

Îro careke din dagirkeran ji Eyn Îsayê heta Zirgahê êrişî herêmê kirin. Dagirkeran di êrişên xwe de çekên giran bikaranîn. Ji ber êrişan mal û mizgevtên gundan ziyan dîtin. Li aliyê din stasyona Kehrebeyê ya Til Temirê jî ji ber topbaranê ji xizmetê derket.

Li ser dirêjahiya 210 km ji gundê Esediyê yê Navçeya Zirganê heta gundê Mişêrfe yê navçeya Eyn Îsayê bê navber rojane ji aliyê dagirkeran ve tê topbarankirin.

Duh derengiya şevê de artêşa Tirk û çeteyên xwe careke din gundewarên bajarê Til Temirê dane ber topban.

Di vê topbaranê de, stasyona kehrebeyê ya Til Temirê bû armanca dagirkeran.

Di encamê de stasyona kehrebê ji xizmetê derket û kehrebe bi temamî li ser Til Temir û gundewarên wê hat qut kirin.

Mizgefta gundê Esediyê ya navçeya Zirganê hat armanc girtin

Di heman rojê de piştî danê nîvro jî bi dijwarî Navçeya Zirgan û gundewarên ji aliyê dagirkeran ve hatin topbarankirin.

Yek ji Gundên ku herî zêde hatiye topbaran kirin gundê Esediyê ye.

Dagirkeran mizgefta Gund jî kirin armanca topbên xwe.

Dagirkeran gundê Mişêrfê yê navçeya Eyn Îsayê û Riya M4 topbaran kirin

Îro jî careke din dagirkeran Navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Dagirkeran bi çekên giran bê ketûber êrişî gundê Mişêrfe û rêya M4 kirin.

Navçeya Zirgan ,Til Temir û Eyin Îsayê yek ji wan navçeyê ku ji 2019 ve dibin garantiya hêzên Rusiya û Hukûmeta Şamê de ye.

Lê mixabin rojane ev navçe li ber cavên herdû aliyên ku qaşo garantorin, êrîş pêk tên heta niha jî yek bertek nîşan ne dane.

Back to top button