Hevserokê TEV-DEM’ê yê Herêma Firatê Osman Xelef dibêje:” Lihevkirina Madrîdê komployeke nû li dijî Kurdan e û dem dema xebatên dîplomasî ye”.
Osman Xelef diyar kir ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan di aliyên siyasî û leşkerî de hemû derfetan bi kar tîne û got :
“Lihevkirina Madrîdê komployeke siyasî ya nû li dijî Kurdan e.
Divê dîplomatên Kurd bikevin tevgerê.
Û îsbat bikin ku Kurd ne terorîst in, berovajî wê aştîxwaz in.”
Xelef da zanîn ku Kurdan DAIŞ’ê têk bir, ji lewra ev gel paşguhkirin û nedîtina vê yekê ji aliyê cîhanê ve qebûl nake.
Osman Xelef bang li Kurdan kir ku li hemberî encamên van lihevkirinên ku li dijî wan tên sazkirin, hişyar bin.