Tirkiye tevlîbûna Swêd û Fînlanda bo NATO’yê erê kir

Duh li paytexta Spanya Medrîdê, di navbera serokên Tirkiye û Fînlanda û serokwezîra Swêdê de civînek pêk hat.
Tê de dewleta Tirk tevlîbûna herdu welatan Swêd û Fînlanda bo NATO’yê li beramberî hin daxwazan erê kir.

Civîna hersê aliyan derdora 3 se’etan dom kir.

Tê de aliyan li ser gelek bendan li hev kir, jê jî destekdayîn û alîkariya Swêd û Fînlanda bo şervanên Kurd were rawestandin.

Li beramberî vê jî, dewleta Tirk ew yek qebûl kir ku Swêd û Fînlanda tevlî NATO’yê bibin.

Piştî vê civînê berpisekî Amerîkî ku navê xwe eşkere nekir ji ajansa France Press re eşkere kir ku Amerîka li beramberî vê gavê, ti tawîz ji Tirkiyê re nedane.

Back to top button